Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma hejmar 10a sala 2026an derxist, ku li gorî wê Lîwa Ebdulqadir El-Tehan wek cîgirê Wezîrê Navxwe tê erkdarkirin.
Naveroka mersûmê:
Serokê Komarê
Li ser bingeha bendên Danezana Destûrî û li gorî pêdivîyên berjewendîya niştimanî ya bilind.
Em biryar didin:
Made (1): Birêz Lîwa Ebdulqadir El-Tehan wek cîgirê Wezîrê Navxwe tê erkdarkirin.
Made (2):
A- Bi liberçavgirtina qanûn û rêziknameyên berkar ên têkildarî desthilatên darayî yên wezîr, cîgirê wezîr di dema neamadebûna wezîr de, di hemû erkên wî de şûna wî digire.
B- Eger neamadebûna wezîr ji mehekê zêdetir bidome, wê demê cîgirê wezîr di hemû erkên wî de, di nav de yên têkildarî desthilatên darayî, dibe wekîlê wezîr.
Made (3): Cîgirê wezîr van erkan digire ser xwe:
1- Alîkarîya wezîr di çavdêrîya karê alîyên ku jê berpirsyar e.
2- Dîyarkirina nêrînan li ser rapor û nivîsên ku ji alîyê alîkarên wezîr ve têne bilindkirin û wezîr ji bo wî dişîne.
3- Serokatîya komîteyên niştimanî yên ku nûnerên wezaret û sazîyên giştî yên din tê de ne, û yên ku berjewendîya niştimanî avakirina wan ji ber hevahengîya karên wan dixwaze.
4- Nûnertîya wezaretê di konferans û civînên herêmî û navdewletî de yên ku wezîr nikaribe tê de beşdar bibe, li gorî daxwaza wezîr.
Ehmed El-Şeri’
Serokê Komara Sûrîyê