Şam-SANA
Wezîrê XwendinaBilind Merwan El-Helebî, yê Perwerdeyê Mihemed Tirko û yê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xêr Şukrî, di semînareke dîyalogê de stratejîyên pêşxistina sîstema perwerdeyê ya neteweyî û hevtemamkirina rolên dezgehane ji bo pêkanîna geşepêdanê da ku li gor bazara kar be, gotûbêj kirin.
Zanîngehên Berhemdar û Veguherandina Dîjîtal
Wezîrê XwendinaBilind, tekez kir ku giringî bi avakirina zanîngehên berhemdar tê dayîn, ên ku bi şêwaza zîrekîya destkird a dîjîtal û li ser bingeha nermîya perwerdeyê tên birêvebirin. Her wiha dîyar kir ku veberhênana di sermayeya mirovî de, ligel destpêkirina bernameyên veguherîna dîjîtal, derbaskirina zîrekîya destkird û perwerdeya vîrtual, pêşîneyên wan ên sereke ne.
Nûjenkirina Dibistanan, Pêşxistina Rêbazan û Hînkirina Pîşeyî
Wezîrê Perwerdeyê amadekarîyan ji bo pêşwazîkirina nêzîkî 6 mîlyon xwendekarî û berdewamîya nûjenkirina dibistanan û pejirandina nasnameyeke dîtbarî ya nû ji wan re, da xuyakirin. Her wiha anî ziman ku projeyên qanûnan ji bo pêşxistina rewşa mamosteyan ji alîyê darayî û pîşeyî ve hatine amadekirin, û danîna pîvanên neteweyî yên nû ji bo amadekirina rêbazên xwendinê hatine bidawîkirin da ku li gor qonaxa zanîngehê û bazara kar bin, ligel guhdaneke taybet bi perwerdeya pîşeyî û teknîkî.
Pêşxistina Perwerdeya Şer’î û Çespandina Nirxên Bilind
Wezîrê Ewqafê dîyar kir ku perwerdeya şer’î bi vekirina dibistanên nû yên qonaxa amadeyî û nûjenkirina mizgeftên zirardîtî bi beşdarîya civakê berfirehtir bûye. Her wiha tekez kir ku girîng e nirx ligel zanînê bên çespandin da ku nifşekî hevseng were avakirin, û li ser destpêkirina «Qonaxa Bingehîn a Perwerdeya Şer’î» û vekirina «Qonaxa Amadeyî ya Şer’î – Beşê Zanistî», ku rê dide xwendekaran da ku mijarên zanistî û şer’î bi hev re bixwînin û mafê wan ê derbasbûna fakulteyên bijîşkî, endezyarî û zanistên sepandar hebe, axivî.




