Şam – SANA
Kompanya Sûrî ya Balafirvanîyê îro Duşemê, peymanek ligel Rêveberîya Hec û Umreyê ya Sûrî derbarê veguhastina hecîyên demsala Hecê ya sala 1447ê Koçî – 2026ê Zayînî, îmze kir.
“Balafirvanîya Sûrî” peymanek ji bo veguhastina hecîyên Sûrî ji balafirgehên Şam û Helebê ber bi bajarê Medîna Munewer ve îmze kir. Rêveberê Cîbicîkar ê kompanyê, Enwer Eqqad, tekez kir ku ew pabend in bi pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarîyan da ku rihetî û silametîya hecîyan were misogerkirin, ji ber ku ev kar “berpirsyarîyeke niştimanî” ye.
Rêveberîya Hec û Umreyê ya Sûrî pişka Hecê ya demsala 2026an di meha Kanûna Pêşîn a borî de li dar xistibû.
