Şam-SANA
Derxistina navê Sûrîyê ji lîsteya Amerîkayê ya dewletên piştgirên terorê, rêyeke nû li ber aborî, xizmetên dîjîtal û veberhênanê vedike. Lêbelê, ji bo ku ev biryar bibe rastîyek li ser erdê û encamên berbiçav pêk bîne, hewcedarî bi temamkirina rêkarên qanûnî, bankî, teknîkî û rêxistinî heye.
Pêdivîyên vegera dîjîtal
Wezareta Pêwendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan, dîyar kir ku vegera xizmetên dîjîtal ên cîhanî, hewcedarîya wê bi serrastkirina pergala lîsteyên Rêveberîya Hinardekirinê ya Amerîkayê (EAR) heye, da ku veguhestina teknolojîyê hêsan bike, her wiha çareserkirina rêkarên qanûnî ji bo piştrasrbûna ji rastîya ewlehîya danûstandina bankî, bi armanca fînansekirina projeyên jêrxanê û amûr û teknolojyayên danûstandina darayî bi awayê dîjîtal. Her çend Wezaretê pêwendî bi şirketên teknolojîyayê yên mezin re kiriye, lê rakirina astengîyên erdnîgarî û vegera xizmetan bi tamamî, dê bi awayekî gav bi gav pêk bê.
Astengîyên heyî û sînorên biryarê
Pisporên qanûnî û aborî, piştrast kiriye ku rakirina vê pênaseyê astengîyeke qanûnî û sîyasî ya sereke ku ji sala 1979an ve hebû radike, lê ev yek nayê wê wateyê ku dê hemû ceza bi awayekî yekser rabin, an encamdana veberhênanan û xebitandina bankên bîyanî ji ber xwe ve vegere. Pêdivîya rewşê bi van mercan heye:
- Gerek e rênimayeke qanûnî ya zelal hebe, da ku karên hewceyî destûrdanê û yên pêdivîya wan bi destûrdanê tune ye ji veberhêner û şirketan re destnîşan bike, bi taybetî di warê kelûpelan û xizmetên teknolojî de.
- Jîngeheke bankî ya ewle peyda bibe ji bo şandina pereyan, cîbecîkirina lihevkirinên darayî, veguhestina tiştên hatine qezenckirin û parastina veberhênanan misoger bike.
- Hukimranîyeke şareza û aram hebe da ku vegera têkilîyên Sûrîyê bi dewletan re, bike şirîkatîyên stratejîk ên demdirêj ên li ser bingeha zelalîyê ava bibin.
Pêşîneyên aborîya Sûrîyê
Ji bo ku xwedîyên sermîyanan bên handan da veberhênanê li Sûrîyê bikin, gerek e kerta bankî û teknolojîyên danûstandina darayî yên elektronîk werin pêşxistin. Her wiha kartên pêwendîyan, jêrxana dîjîtal, enerjî û elektrîk, av û rêyên çûnûhatinê wekî pêşîneyên sereke derdikevin pêş, ji bo avakirina bingehekê ku bihêle veberhênanên pîşesazî, çandinîyê, geştyarî berê xwe bidin Sûrîyê.
Hevrêzkarîya hikûmî û nerîna stratejîk
Hewcedarîya qonaxa bê bi mekanîzmayeke hevrêzkarî û hevtemamkirinê di navbera wezaretan de heye; di vê çarçoveyê de tê pêşnîyarkirin ku tîmeke qanûnî ya hikûmetê ya hevpar were avakirin da ku bi awayekî rasterast bi Xezîneya Amerîkayê, Ofîsa Kontrolkirina Darayî ya Bîyanî (OFAC) û Wezareta Bazirganîyê re di têkilîyê de be, da ku rênimayên cîbicîkirinê yên zelal werbigire. Her wiha şert e ku projeyên veberhênanê, yên dabînkirina darayîya wan destnîşankirî be, bêne amadekirin, li şûna ku tenê bangên giştî bên kirin.
Ji berfirehkirina têkilîyan ber bi geşepêdanê ve
Sûrîye xwedan pêgeheke erdnîgarî ye ku kare dewletên Kendavê, Iraq û Tirkîyê bi Deryaya Navîn ve girê bide, ji bo ku veguhastinê û xizmetên lojîstîkî pêş bixe. Lêbelê sûdwergirtina ji vê biryarê têkildarî lidarxistina komxebateke neteweyî ye, ji bo planên cîbicîkirinê û bernameyên xwedan demên destnîşankirî deyine, da ku sazîyan nûjen bike û jîngeheke ewle peyda bike, bi armanca ku bihêle xwedîyên sermayeyan û teknolojîyê bêne Sûrîyê, û derfetên kar dabîn bibin û geşepêdana domdar pêk were.