Şam-SANA
Hêzên Ewlehîya Hundirîn kesekî ku destê wî di dizîna 47,480 dolarên Amerîkî ji cihê karê wî hebû, girt, û beşek ji pereyê ku hatibû dizîn, vegerand.
Hêzên Ewlehîya Hundirîn îro Sêşemê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku piştî wergirtina agahdarîyekê li ser bûyerê, alîyên pispor dest bi karûbarên lêgerîn û lêpirsînê kir, û karî 16 hezar dolaran ji pereyên ku hatibûn dizîn vegerînin.
Her wiha tîmên peywendîdar dest danî ser otomobîleke “Range Rover”ê ku kesê girtî bi beşek ji pereyê ku dizîbû kirîbû, tevî desteserkirina demançeyeke ku pê re bû.
Hêzên ewlehîyê da zanîn ku kesê girtî li xerckirina pereyê mayî mikur hatiye; di heman demê de alîyên peywendîdar rêkarên yasayî yên pêwîst derheqê wî de temam dikin, wekî amadekarîyekê ji bo radestkirina wî bo dadwerîyê da ku cezayê xwe yê adil bistîne.