Şam – SANA
Di encama bûyerên trafîkê yên ku di 24 demjimêrên borî de li çend parêzgehên Sûrîyê rû dan û tîmên parastinê yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva wan dane, 17 kes birîndar bûn.
Parastina Sivîl îro Yekşemê bi rêya kenala xwe ya Telegramê ragihand ku 22 bûyerên trafîkê rû dan û di encamê de 17 sivîl birîndar bûn. Tîman alîkarîya destpêkî pêşkêşî birîndaran kirin, ji bo wergirtina dermankirina pêwîst ew veguhastin nexweşxaneyan, cihên bûyeran ewle kirin û şopên wan rakirin.
Her wiha tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê bersiva 48 şewatan li seranserî Sûrîyê dan, agir vemirandin û cihên wan sar kirin, bêyî ku ti kes ji sivîlan birîndar bibe û zîyan tenê madî bûn.
Parastina Sivîl got ku divê agir li herêmên daristanî û zevîyên çandinîyê neyê pêxistin, binkên çixareyan û şûşeyên camî li kêleka rêyan neyên avêtin, bi taybetî li herêmên nêzî berhemên çandinîyê, her wiha gîyayên hişk ên li dora malan an li kêleka rêyan neyên şewitandina û bi rêyên ewle bêne rakirin.




