Şam-SANA
Wezareta Geşepêdana Îdarî bi hevahengîya Wezareta Tenduristîyê (Rêveberîya Hinartin, Ambûlans û Rewşên Awarte), ragihand ku li seranserî parêzgehên Sûrîyê valahîyên (derfetên) kar hene. Ev pêngav bi armanca xurtkirina kadroyên mirovî di sektora giştî de û dabînkirina pêwîstîyên sazîyên xizmetguzarîyê hat avêtin.
Wezareta Geşepêdana Îdarî duh Pêncşemê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku hûrgilîyên berfireh derbarê karên berdest û mercên pêwîst, di lînka elektronîk a taybet de hene.
Wezaretê destnîşan kir ku roja dawî ji bo wergirtina daxwazên kar, roja Pêncşemê 04.07.2026 e. Bang li kesên ku dixwazin serî lê bidin hat kirin ku şert û belgeyên pêwîst amade bikin û daxwaznameya xwe bi rêya lînka elektronîk a ji bo vê armancê hatiye amadekirin, tijî bikin.
Wezaretê her wiha bal kişand ser wê yekê ku karmendên ku di sektora giştî de hatine çespandin, mercê erêkirina daxwaza wan ew e ku belgeya “destûrdayî” ji sazîya ku lê kar dikin bînin. Her wiha hat dîyarkirin ku sazîya giştî ne neçar e xanî yan cihê rûniştinê ji bo kesên ji derveyî parêzgehê serî lê didin peyda bike.
Wezaretê dîyar kir ku daxwazname dê bi rêya vê lînkê werin wergirtin: