Şam-SANA
Wezîrê Karên Giştî û Niştecîkirinê, Mistefa Ebdilrezaq, ligel Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Neteweyî ya Niştecîkirinê ya Siûdîyê (NHC), Mihemed El-Bittî, rêyên xurtkirina hevkarîyê û pevguhertina ezmûnan bo geşepêdana projeyên niştecîkirinê li Sûrîyê gotûbêj kirin.
Ebdilrezaq tekezî li ser girîngîya hevparîya bi şirketa Siûdî re kir, ji bo bicîanîna plana stratejîk a wezaretê. Her wiha pêdivîya belavkirina projeyan li gorî hewcedarîya parêzgehan, û dayîna pêşîneyê bo deverên ku herî zêde zirar dîtine piştrast kir, ligel berdewamkirina projeyên rawestyayî û armancgirtina kesên dahata wan kêm e.
Ji alîyê xwe ve, şanda Siûdî amadebûna şirketê, bo hevkarîya bi Sazîya Giştî ya Niştecîkirinê re û veguhestina ezmûnên teknîkî û cîbicîkirinê, anîn ziman. Her du alîyan li ser organîzekirina komkarên hevbeş û danîna nexşerêyekê li hev kir ji bo ji nimûne û projeyên mezin ên Siûdîyê sûdê wergire bi rengê ku bi rastîya rewşa Sûrîyê re bigunce.
Di civînê de hin rayedarên ji wezaretê, Desteya Veberhênanê û Sazîya Giştî ya Niştecîkirinê amade bûn. Tê zanîn ku Șirketa NHCê, alîyê veberhênanê bo kerta geşepêdana eqarî ya Siûdîyê ye, ku Sindoqa Veberhênanên Giştî xwedîya wê ye.




