Şam-SANA
Berpirsê Piştrastkirin û Belgekirinê di Desteya Neteweyî ya Windahîyan de, Emar El-Îsa, tekez kir ku gihîştina rastîyê hewceyî hevtemamkirina xebatê ye, ne milmilane ye. El-Îsa astengîyên ku hinek rêxistinên navdewletî û herêmî datînin, û naxwazin belge û daneyên di destê xwe de radest bikin, rexne kirin.
El-Îsa bal kişand ser pêwîstîya birêvebirina vê dosyeya mirovî bi awayekî dezgehane û fermî ku dewlet pêşengîya wê bike, da ku maf bên parastin û tawanbar bên şopandin. Her weha destnîşan kir ku eşkerebûna nasnameya zarokên Ranya El-Ebasî, bi xêra odeyeke operasyonê ya hevpar a di navbera wezareta Navxweyî û ya Dadê û Desteyê de pêk hatiye.
Desteyê bang li rêxistinan kir ku hevkarîyê pê re wekî lêvegereke qanûnî bikin, û ragihand ku li Brukselê 29 dîmenên vîdyoyî yên girêdayî malbata El-Ebasî bo wan hatine radestkirin. Desteyê di heman demê de hişyarî da li dijî belavkirina agahîyên ne cihê bawerîyê an jî gurkirina gotara kîn û dijminatîyê.