Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê yê Sûrîyê Xalid Ze’rûr, piştrast kir ku avakirina ragihandinê li Sûrîya nû ji pêşxistina sazîyên akademîk, bernameyên perwerdeyê û amadekirina jîngeha qanûnî û yasadanînê dest pê dike.
Wezîr Ze’rûr di hevdîtinekê de ligel Televîzyona El-Şerqê got: “Wezaretê qanûneke nû ya ragihandinê ya hêjayî Sûrîya nû biriye serî ku jîngeheke rast ji bo xebata medyayî bi awayekî azad amade dike”, her wiha dîyar kir ku vê qanûnê cezayê zindanê hilandiye, cezayên darayî sepandine û mafê gihîştina agahîyê ji bo rojnamegeran misoger kiriye.
Wezîrê Ragihandinê bal kişand ser wê yekê ku mafê rojnameger heye ku çavkanîyên agahîyên xwe biparêze û bigihîje agahîyê, bi awayekî ku beşdarî avakirina bawerîyê di navbera wergir û sazîyan de bibe.
Wezîr Ze’rûr di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstîya cudakirina navbera kesê li rastîyê digere û kesê li pirsgirêkê digere kir, û destnîşan kir ku cudahî nayê wateya nakokîyê.
Wezîrê Ragihandinê lê zêde kir û got ku Sûrîye sûdê ji azmûnên medyayî yên pêşeng werdigire bêyî ku wan kopî bike, tevî parastina taybetmendîya xwe ya civakî.
Li gorî Wezîrê Ragihandinê, ragihandina pispor xaleke girîng e ji bo avakirina medyayeke Sûrî ya rasteqîn, ku ragihandina aborî, werzişî, sîyasî û leşkerî li xwe digire.