Şam – SANA
Wezîrê EwqafêMihemed Ebû El-Xeyr Şukrî û Parêzgerê Şamê Mahir Merwan Idilbî, zirarên ku gihane Mizgefta Mihemedî ya li devera Mezê li Şamê ji ber ketina mûşekekê, ji nêz ve dîtin, û ferman dan ku di zûtirîn dem de zirar bên çaksazkirn.
Wezîr dîyar kir ku Wezareta Ewqafê dê yekser dest bi çaksazkirina mizgeftê bike da ku careke din bibe ronahîyek ji bo hîdayet û zanînê.
Ji alîyê xwe ve, Parêzgerê Şamê ragihand ku di encama êrîşê de tu kuştî û birîndar nînin, û destnîşan kir ku parastina perestgehan erk e, û dewlet dê xebatên çêkirina zirarên mayî bidomîne da ku mizgeft di demeke kin de careke din bê vekirin.


