Şam – SANA
Rêveberê Keşnasîyê û Pêşbînîyên wê li navenda şopandina keşûhewayê Şadî Cawîş, tekez kir ku barîna baranê ya neasyî di werzê havînê de, ji encama kutleyeke hewayê ya nîvsar di tebeqeyên bilind de bû, ku hevdem bû ligel berfirehbûna nizmeşepoleke hewayê li bakurê Deryaya Reş.
Çawîş dîyar kir ku bandora kutleyên germ ên berê şîyana atmosferê ya hilgirtina şilîyê zêde kir, ku bû sedema zêdebûna newekhevîya germê û bilezbûna çêbûna ewrên baranê, û di encamê de di demên kurt û herêmên sînordar de barana gur barîya ku xurtîya wê li herêmekê ji ya din cuda bû.
Her weha bal kişand ser rola guherîna keşûhewayê û germbûna cîhanî di zêdebûna rewşên nearamîya hewayê û dîyardeyên keşûhewayê yên awarte û dubarebûna wan li ser asta cîhanê, ligel zehmetîya pêşbînkirina wan ji ber ku ew bi faktorên hewayê yên hûrbîn ve girêdayî ne.
Wî dîyar kir ku hin nîşan hene ku di hefteya dawî ya vê meha Tebaxê de, derfetên barîna baranê hebin, û bêtir tê texmînkirin ku ew ji ya berê kêmtir be, û piranîya wê li ser deverên bilind ên beravê be, ligel bandoreke wê ya sînordar li ser herêmên hundirîn.







