Şam-SANA
Sûrîyê bi tundtirîn şêwe êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên ku Balafirgeha Leşkerî ya Ebû El-Zuhûrê li parêzgeha Îdlibê kiribûn armanc şermezar kir. Her wisa destnîşan kir ku ev yek êrîşkarîyeke bêhincet û binpêkirineke eşkere ya serwerî û yekparçeyîya axa wê ye û rageşîyeke metirsîdar e ku gefê li ewlehî û aramîya herêmê dixwe.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro Sêşemê dîyar kir ku: Sûrîye tekez dike ku berdewamîya van destdirêjîyên Îsraîlê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ve heta îro, di demekê de ku dewleta Sûrîyê pabendî xweragirtinê ye û ji bo çespandina aramîyê û dûrketina ji alozîyê dixebite, careke din hewldanên dagirkerîya Îsraîlê yên ji bo têkdana van hewldanan û kaşkirina herêmê ber bi rageşî û nearamîyeke zêdetir ve eşkere dike.
Daxuyanîyê piştrast kir ku Sûrîye dagirkerîya Îsraîlê berpirsa vê rageşîyê dibîne, û bang li civaka navdewletî û Encumena Ewlehîyê dike ku vê êrîşkarîyê bi awayekî zelal şermezar bikin û helwesteke bibiryar li hember binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê li ser serwerîya Sûrîyê bigirin.
Daxuyanîyê her wiha dubat kir ku Sûrîye dê bi rêyên rewa yên ku qanûn û rêgezên navdewletî misoger dikin, parastina maf û berjewendîyên xwe yên niştimanî bidomîne.