Hims-SANA
Rêveberîya herêma Hûleyê bi hevkarîya Navenda Çandî îro Duşemê, li dibistana Şehîd Ebdulrafi’ Reso, salvegera 14emîn a komkujîya Hûleyê ya li bajarokê Teldoyê, bi amadebûna çalakîyên berfireh ên fermî û gelêrî, ji bo hevxewnîya bi malbatên qurbanîyan re û tekezkirina berdewamîya rêça dadwerîya veguhêz, bi bîr anî.
Çalakîyê gotarên Lîwa Basim Şe’ban, Ehmed Sêfo, Lîwa Riyad El-Es’ed û yê ji komkujîyê rizgarbûyî Elî El-Seyid li xwe girtin; wan tekez kir ku rêça dadwerîyê di bin serwerîya dewletê de rêya rast e ji bo vegerandina mafan, parastina bîra tevahî, darizandina tawanbaran, avakirin û aramîya Sûrîya yekgirtî û redkirina parçekirinê.
Her du welatî Eymen û Nîdal Ebdulrezaq daxwaza sizakirina kujeran kirin, di heman demê de Serokê Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz Ebdulbasit Ebdullatîf li ser platforma Xê tekez kir ku rastî û dadwerî berpirsyarîyek e ku bi derbasbûna demê re ji nav naçe, û silavên xwe arasteyî gîyanê şehîdan û yên rizgarbûyî kir.
Tê zanîn ku komkujîya Hûleyê di 25ê Gulana sala 2012an de, li bajarokê Teldoyê yê li herêma Hûleyê ya li gundewarê bakur-rojavayê Himsê qewimî, û bû sedema şehîdbûna zêdetirî sed sivîlên bêguneh ku bi dehan zarok û jin di nav wan de bûn, ev yek li ser destê hêzên rejîma rûxandî û milîsên wê pêk hat.











