Enqere – SANA
Tirkîyê tekez kir ku lidarxistina rûniştina destpêkê ya Encumena Gel roja Yekşemê “Ji bo pêşxistina pêvajoya sîyasî li Sûrîyê gaveke girîng e, ku bi maf û daxwazên rewa yên gelê Sûrîyê re li hev dike û serwerîya gel bi cih dike”.
Wezareta Derve ya Tirkîyê di daxuyanîyekê de li ser malpera xwe ya fermî got: “Em pêşwazîyê li vê gavê dikin, û em bawer in ku Encuma Gel ya ku nûnerên hemû beşên civaka Sûrîyê di nav xwe de digire, dê bi rêveberîya hevbeş beşdarîyeke bi nirx di hewldanên ji bo bidestxistina aramî, ewlehî û pêşketina welêt de bike, û dê bi awayekî bi bandor erkê xwe yê yasayî pêk bîne, ku ev yek dê di dîyarkirina pêşeroja welêt de alîkar be”.
Wezaretê tekez kir ku Tirkîye “Wê piştgirîya gelê Sûrîyê di hewldanên wan ên ber bi paşerojeke geş li ser bingeha yekîtî û parastina axa Sûrîyê de berdewam bike”.