Şam-SANA
Ji destpêka sepandina nirxê nû yê elektrîkê li Sûrîyê di serê meha Mijdara 2025an de, mekanîzmaya hesibandina xerckirina navmalî derbasî qonaxeke cuda bûye, bi pejirandina rêze-bihayên ku bi qebareya xerckirinê ve girêdayî ne di dewreyeke du-mehî de.
Ev rêze-biha dibin du beşên bingehîn; bihayê kîlowat-saetê ji bo xerckirina heta 300 kîlowat-saetan di heyama du mehan de 600 lîreyên Sûrî ye, lê bihayê ku ji 300 kîlowat-saetî derbas dibe, dibe 1400 lîre, li gorî biryarên Wezareta Enerjîyê yên ku di 30ê Cotmeha 2025an de derketine.
Rapor, piştî şopandineke hûr a hemû zanyarî û rêkarên ku ji alîyê Wezareta Enerjîyê ve hatine ragihandin û daxuyanîyên fermî, digihîje wê encamê ku şefafîyet di dosyaya fatûreyên elektrîkê de xwe dispêre sê hêmanên bi hev ve girêdayî; ew jî xwendina hûr a pîvera elektrîkê (saetê), nirxekî zelal û dîyarkirî, û mekanîzmayeke îtîraz û çareserîyê ye ku welatî dikare bigihîjê û bişopîne.