Şam – SANA
Wezareta Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan duh Şemîyê li Şamê, yekemîn tecrubeya peredana elektronîk li Sûrîyê bi rêya her du torên cîhanî “Visa” û “MasterCard” da destpêkirin, û bi vê yekê ketina fermî ya welat bo nav sîstema peredana dîjîtal a cîhanî û girêdana wê bi torên navxweyî re ragihand.
Wezîrê Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan Ebdulselam Heykel tekez kir ku ev pêngav rê li ber bikaranîna kartên navdewletî û berfirehkirina karên bazirganan vedike. Di heman demê de, Xeyas ′Ewed eşkere kir ku girêdana teknîkî li gorî pîvanên cîhanî 6 meh kişandin, da ku valahîya teknolojîk a ku ji sala 2011an ve heye were tijîkirin.
Plan armanc dike ku heta dawîya sala 2026an 50 hezar amûrên xalên firotinê bi rêya kompanya “Bimera” were belavkirin ji bo xurtkirina ewlehîyê. Ev yek piştî biryara Banka Navendî ya Sûrîyê hat ku destûr da danûstandina bi kompanyên cîhanî re ji bo xurtkirina veberhênanê û tevlîbûna di aborîya cîhanî de.








