Hims – SANA
Îro Yekşemê, kesekî jîyana xwe ji dest da û çar kesên din jî birîndar bûn, di encama bûyereke trafîkê de ku ji ber şemitîn û lihevketina sê otomobîlan li ser rêya Hims-Tertûsê li nêzîkî bajarê Telkelaxê rû da. Ew çerixîn bi sedema rijîna madeya fîyûlê li ser rê li wê deverê bû.
Jêdereke Parastina Sivîl a Himsê, dîyar kir ku tîmên Parastina Sivîl yekser bersiv da û gihîştin cihê bûyerê, cenazeyê kesê mirî derxistin, alîkarîyên destpêkî ji birîndaran re pêşkêş kirin û ji bo dermankirina pêwîst ew rakirin Nexweşxaneya Telkelaxê.
Jêderê da zanîn ku tîm xebatên xwe berdewam dikin, ji bo rakirina şûnmayên bûyerê û paqijkirina fîyûla rijîyayî, da ku rê bi tevahî ji bo çûnûhatina wesayitan û dabînkirina ewlehîya giştî ji nû ve were vekirin.