Şam-SANA
Wezareta Navxwe pişrast kir ku mêrxasîyên Hêzên Ewlehîya Hundirîn li bajarê Helebê planeke terorîstî ya xeternak a DAIŞê di dema pîrozbahîyên sersalê de pûç kir. Di encama rûbirûbûna operasyona xwekujî de, endamekî hêzên ewlehîyê şehîd ket û duyên din jî birîndar bûn.
Wezaretê sersaxîyên xwe yên herî kûr pêşkêşî malbata şehîdê leheng kir û hêvîya şîfaya lezgîn ji bo birîndaran xwest.
Wezaretê di kanala xwe ya Telegramê de ragihand: “Di çarçoveya bersivdana pêşwext de, wezaretê tedbîrên ewlehîyê yên tund wergirtin wek xurtkirina parastina li derdora dêran, belavkirina dewrîyeyên cihgirtî û gerok û danîna xalên kontrolê li deverên cuda cuda yên bajêr.”
Wezaretê tekez kir ku ev gîyanê qehremanîyê ku endaman nîşan da, faktoreke sereke û dîyarker bû di pûçkirina plana terorîstî ya metirsîdar de ku merema wê armancgirtina jîyana sivîlên bêguneh di dema pîrozbahîyên sersalê de bû.