Hims-SANA
Îro Înê. li ser rêya giştî ya Hims–Tertûsê, di encama bûyereke trafîkê de 4 kesan jîyana xwe ji dest da ku di nav wan de du zarok hene û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Jêdereke di Parastina Sivîl de ji SANAyê re ragihand ku li gorî agahîyên destpêkê, sedema bûyerê xerabûna frenên tankereke bi sotemenîyê barkirî bû; ev yek bûye sedem ku ajokar kontrola xwe winda bike û tanker wergere, di heman demê de otomobîleke sivîl di wir re derbas dibû ku bûye sedema derketina şewateke mezin li cihê bûyerê.
Jêderê bal kişand ser wê yekê ku tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Himsê, demildest berê xwe dan cihê bûyerê û ji bo vemirandina şewatê û kontrolkirina wê destwerdan kirin.
Her wiha tîman tankera sotemenîyê sar kir û ewlehîya cihê bûyerê dabîn kir, ligel pêşkêşkirina alîkarîya seretayî ji bo birîndaran û veguhastina wan bo nexweşxaneya Telkelexê da ku çareserîya bijîşkî wergirin.