Şam-SANA
Rêveberê Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Alexander De Croo tekez kir ku Sûrîye îro di kêlîyeke çarenivîssaz de ye, ji ber ku rewş ber bi aramîyê ve çûye û tundûtûjî rawestîyaye. Ev yek rê dide ku ji qonaxa pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî ber bi veberhênana di paşeroja welat de gavan bavêjin.
De Croo dîyar kir ku pêdivîya vê qonaxê bi nîşandana Sûrîyê wekî “çîrokeke serkeftinê” heye, ji ber ku tiştê ku hatiye bidestxistin berî çend salan nedihat hêvîkirin. Wî bal kişand ser girîngîya vê yekê ji bo Sûrîyan û civaka navneteweyî, xasma di bin sîya geşedanên ku herêmê di hefteyên borî de dîtine.
Her wiha De Croo piştrast kir ku peyama ji civaka navneteweyî re tê şandin ew e ku divê fînansekirin ji bo ji nû ve avakirina Sûrîyê were dabînkirin. Wî hişyarî da ku nehiştina destwerdanê û piştgirîyê di vê qonaxê de, tê wateya “bi tenê hiştina gelê Sûrîyê”.