Idlib-SANA
Îro Duşemê, li ser otobana Heleb–Şamê ya li nêzî bajarê Me`ret El-Numanê li gundewarê Idlibê, di encama rûdaneke trafîkê de hejmarek kes birîndar bûn.
Rûdan ji ber lihevketina otomobîleke geştyarî, otobûseke veguhastina taybet û bolmaneke giştî pêk hat.
Berpirsê Trafîkê yê Xan Şêxûnê Mihemed El-Es`ed ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku li ser otobanê, li nêzî bajarê Me`ret El-Numanê di navbera otomobîleke geştyarî û bolmanekê de lihevketin çêbûye; di encamê de hinek kes birîndar bûne ku hejmara wan hîn bi tekezî nehatiye dîyarkirin.
El-Es`ed da zanîn ku dema bolmaneke din hewl daye xwe ji rûdanê dûr bixe, ji rê derketiye û li navbera rê ketiye.
El-Es`ed bal kişand ser wê yekê ku yekser piştî rûdanê tîmên ewlehîya rêyan û polîsên trafîkê gihîştine cihê bûyerê.
Tîman ji bo ewlekirina rê, pêşkêşkirina destwerdana destpêkê ji birîndaran re û veguhastina wan a nexweşxaneyên nêzîk kar kirine; her wiha şopên bûyerê rakirin û tevgera trafîkê vegerandin rewşa asayî.
