Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih destpêkirina kampanya “Hişyarîya te di karê te de ye… em bi hev re berhemên xwe ji şewatan biparêzin” ragihand. Armanca vê kampanyê bilindkirina asta hişyarîyê li ser metirsîya şewata zevîyan û xurtkirina tevgerên xweparastinê ye ji bo kêmkirina sedemên şewatê, da ku keda cotkaran û ewlehîya xwarinê li Sûrîyê bên parastin.
El-Salih îro Pêncşemê di parvekirineke li ser platforma “X”ê de got: “Me li ser asta niştimanî plan û amadekarî ji bo rûbirûbûna şewatan û bersivdayîna wan danîne, lê serkeftina van hewldanan bi rola we ya sereke li ser erdê ve girêdayî ye, her simbilê genim beşek ji ewlehîya xwarinê ya Sûrîyan e, parastina wê erkeke nîştimanî û mirovî ye ji bo parastina axa me, berhemên me û jêderên debara gelê me.”