Şam – SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab di parvekirineke li ser platforma (X)ê de ragihand ku sûcdar Emced Yûsif, tawanbarê yekem ê komkujîya taxa El-Tedamunê ya Şamê, piştî operasyoneke ewlehîyê ya hûr û serkeftî niha di destê me de ye.
Jêdereke ewlehîyê ji bo ajansa SANAyê ragihand: “Kujerê komkujîya El-Tedamunê ya Şamê, sûcdar Emced Yûsif, li devera Deşta Xabê li gundewarê Hemayê hate girtin.”