Şam-SANA
Rêveberîya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê dem û şertên tomarkirinê ji bo hecîyên Sûrî yên ku dixwazin Heca demsala 1448an a koçî (2027an a zayînî) pêk bînin eşkere kir, û da zanîn ku tomarkirin ji roja Çarşema bê ve dest pê dike.
Îro Duşemê, Rêveberîyê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku, tomarkirin û qebûlkirina rasterast di lîsteyên demsala Hecê ya sala 1448an de ji bo kesên ku beşa yekem a dirav didin û ji jidayikbûna sala 1958an û jêrtir in tevî rêhevalên wan li gorî peywendîyên xizmatîyê yên diyarkirî), ji 12ê Tebaxê ve dest pê dike û heta 25ê mehê berdewam dike, yan jî heta ku hejmara dîyarkirî tijî bibe.
Rêveberîya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê her wiha eşkere kir ku tomarkirina destpêkê (bêyî qebûlkirina rasterast û li gorî mekanîzma hilbijartina kesên qebûlkirî) dê ji roja 26ê Tebaxê ve dest pê bike û heta 10ê Îlona bê berdewam bike.
Rêveberîya Hec û Umreyê destnîşan kir ku kesên dixwazin erkên Hecê pêk bînin, dikarin agahîyên derbarê şert û merc û şêwazên tomarkirinê yên pêwîst bi rêya rûpel û hesabên fermî yên Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê bibînin.