Şam-SANA
Desteya Niştimanî ya Xizmetguzarîyên Teknolojîya Zanyarîyan li ser pêşxistina pergala xizmetguzarîyên dîjîtal ên niştimanî dixebite, da ku amadehîya binesazîya teknîkî ya dezgehên hikûmî û taybet xurt bike û ligel berfirehbûna berdewam a xizmetguzarîyên dîjîtal ên niştimanî bimeşe.
Îro Duşemê, Desteyê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku nîşaneyên fermî dîyar dikin ku piranîya xizmetguzarîyên dîjîtal heta nîvê Tîrmeha 2026an geşbûneke berdewam dîtine.
Hejmara navên melbendên ku hatine veqetandin gihîştiye 2881an, li gorî 2171 melbendên sala 2024an, bi rêjeya geşbûnê ya nêzîkî %33; ev yek hebûna nasnameya dîjîtal a Sûrîyê li ser tora înternetê xurtir dike.
Di warê xizmetguzarîyên mêvandarîya malperan û niştecihkirina daneyan de, xizmetguzarîyên teknîkî geşbûneke berbiçav bi dest xistin; hejmara mêvandarîyên cihî gihîşt 164an li hemberî 108 mêvandarîyên sala 2024an, bi rêjeya geşbûnê ya nêzîkî %52.
Her wiha hejmara xizmetguzarîyên navên melbendên mêvandarkirî (DNS) gihîşt 499an li hemberî 375an, bi rêjeya geşbûnê ya ku ji %33 derbas kiriye.