Şam-SANA
Sûrîye amadekarîyên temamkirina avakirina desthilata xwe ya yasadanînê bi rêya lidarxistina rûniştina destpêkê ya Encumena Gel a nû, li ser bingeha Danezana Destûrî ya sala 2025an û Pergala Hilbijartinê ya Demkî dike, wekî mekanîzmayeke destûrî ya veguhêz di qonaxa piştî rûxandina rejîma Esed de.
Rûniştina yekem ya ku ji alîyê endamê herî danemir ve tê birêvebirin, xwendina sonda destûrî li xwe digire (ku kesê xwendina sondê red dike dibe sedema pûçbûna endamtîya wî), û piştre hilbijartina serokê encumenê û cîgirê wî bi dengdana veşartî pêk tê.
Di rûniştina duyem de, serokê bijartî yê Encumenê, Serokkomar vedixwîne da ku gotara xwe li pêşberî encumenê pêşkêş bike, da piştî wê rêkarên destpêkirina erkên destûrî werin temamkirin.
Encumen dê desthilata yasadanînê di qonaxeke veguhêz de ku dema wê 30 meh in û dibe ku were dirêjkirin li xwe bigire, û di meha yekem de dê dest bi amadekirina pergala xwe ya navxweyî bike.
Erkên destûrî yên bo wê hatine dayîn ev in: Pêşnîyarkirin û pejirandina zagonan, pesendkirina peymanên navdewletî, pejirandina budceya giştî ya dewletê, ligel avakirina komîteyekê ji bo amadekirina reşnivîsa destûreke herdemî, û nûjenkirina pergala yasayî bi awayekî ku li gora daxwazên jinûveavakirin û geşepêdana welat be.
Bi temambûna hejmara pejirandî ya endamên Encumena Gel, piştî ragihandina sêyeka temamker, dezgeha yasadanînê dikeve qonaxa destpêkirina karên xwe yên destûrî, da ku bibe qonaxeke nû di pêvajoja temamkirina avakirina sazîyên dewletê di qonaxa veguhêz de, ta bigihêje pejirandina destûreke herdemî û lidarxistina hilbijartinên yasadanînê yên nû.