Şam-SANA
Wezareta Navxwe girtina lêkolîner (E.C.) û sewqkirina wî ya bo dadgeha pispor ragihand.
Ev biryar li ser bingeha encamên lêpirsîna hûrgulîyên mirina welatî Mihemed Ximêre hat girtin, ku tê de hat selmandin ku mirina wî ji ber şeqameke ku lêkolîner lê xistiye pêk hatiye.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro Pêncşemê got: Ev pêngav ji ber binpêkirina wî ya eşkere ji rênimayên wezaretê û rêziknameya reftarê re hatiye avêtin, ku her du jî bi tundî her cure nêzîkatîyên biçûkxistinê yan jî xerabkarî li hemberî girtîyan qedexe dikin.
Wezaretê piştrast kir ku yasa li ser hemû endamên wê bêyî cudahî tê sepandin û da zanîn ku ew ê ji bo cezakirina her kesê ku ji sînorê erkên xwe derkeve yan desthilata xwe bi nebaşî bi kar bîne, xemsarîyê neke û dê wî li gorî rêbazên yasayî radestî dadgehê bike.