Heleb-SANA
Rêveberîya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir îro Duşemê ragihand ku li bajarokê Keferkermînê li herêma Etaribê ku li rojavayê Helebê ye, du kes bi tuhmeta bazirganîya qebareyên mezin ên madeyên hişbir, hatin girtin.
Rêveberîyê bi rêya kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku ev operasyon piştî şopandin û lêkolînên hûrbîn ên ewlehî û meydanî hatiye cîbecîkirin, û di encamê de nêzîkî 13 kg heşîş, 500 hebên Kaptagonê û 20 sindoqên cebilxaneyên corbecor hatine desteserkirin.
Her wiha da zanîn ku derbarê (M.B) û (R.M) de rêkarên qanûnî yên pêwîst hatine girtin da ku radestî dadgehê bibin.





