Şam-SANA
Sendîkaya Endezyarên Sûrîyê piştî rizgarkirinê, li ser vegerandina rola xwe ya niştimanî û pîşeyî dixebite, ji bo piştgirîkirina endezyaran û xurtkirina amadebûna wan di projeyên jinûveavakirin û geşepêdanê de û nûkirina kodên endezyarîyê bi awayekî ku li gorî pêdivîyên qonaxa jinûveavakirinê be.
Serokê Sendîkaya Endezyarên Sûrîyê Malik Hac Elî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Şemîyê dîyar kir ku sendîkayê piştî salên dijwar ku bandor li sektora endezyarîyê kirine, dest bi avakirina qonaxeke nû kiriye, da ku rola sendîka û endezyarê Sûrî çalak bike.
Serokê Sendîkaya Endezyaran dît ku di qonaxa bê de pêdivî bi yekkirina hewldanên endezyaran heye, çi li hundirê welêt bin û çi li derveyî welêt bin, ji ber ku ew kevirê bingehîn ê proseya avakirinê ne.
Hêjayî gotinê ye ku Sendîkaya Endezyarên Sûrîyê di 8ê Adarê de, Komîteya Endezyarên Jin ên Sûrîyê da destpêkirin. Ev destpêşxerî bi mebesta bihêzkirina jinên endezyar û xurtkirina rola wan di proseya geşepêdan û jinûveavakirinê de ye, bi helkefta pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanî.