Şam-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinan ji bo roja duyem li pey hev, wergirtina daxwazên berbijêrîyê ji bo endamên desteyên hilbijêr ên her du herêmên Reqa û Tebqayê berdewam dike.
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûriyê Niwar Necme di daxuyanîyekê de ji SANAyê re ragihand: “Komîteya Bilind a Hilbijartinan di roja duyem de jî daxwazên berbijêrîyê yên endamên desteyên hilbijêr ji bo herêmên Reqa û Tebqayê werdigire. Mafê her endamekî desteyên hilbijêr heye ku navê wî di lîsteyên dawî de hebe ku ji bo endamtîya Encumena Gel (Parlamentoyê) bibe berbijêr.”