Dubay-SANA
Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokê Encumena Wezîran û Hakimê Dubayê Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm, piştrast kir ku pêwendîyên Îmaratî-Sûrî xwe dispêrin hezkirin, dostanî, biratî û rêzgirtinê, û geşbînîya xwe bi vegera Sûrîyê bo pêgeha wê ya cîhanî ya ku hêjayî wê yê, anî ziman.
Şêx Mihemed bin Raşid, îro Sêşemê li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê got: “Em bi vegera Sûrîyê bo ser rêça geşepêdanê kêfxweş in,” û geşbînîya xwe bi pêwendîyên biratîyê yên kûr ên di navbera her du gelên Sûrî û Îmaratî de, anî ziman.