Şam-SANA
Wezareta Hundir îro Çarşemê ragihand ku, di çarçoveya qonaxa yekem a cîbicîkirina Mersûmê de, ew ê dest bi wergirtina daxwazên bidestxistina nasnameya Sûrîyê bikin ji bo kesên ku mersûma serokatîyê ya hejmar /13/ ya sala 2026an wan li xwe digire, ku mafê hemwelatîbûnê dide endamên pêkhateya Kurd. Ev pêvajo dê roja Duşema bê, ku dikeve 6ê Nîsana îsal, dest pê bike.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê ji zarê Alîkarê Wezîrê Hundir bo Karûbarên Sivîl, Emîd Zîyad El-Ayiş, ragihand: “Komîte û navendên pejirandî dê dest bi wergirtina daxwazan li parêzgehên Şam, Heleb, Heseke, Reqa û Dêrezorê bikin.”
Her wiha El-Ayiş got: “Qonaxa yekem giranîyê dide ser wergirtina daxwazan û kontrolkirina belge û kaxezên fermî ku li gorî rêgezên yasayî yên berdest hatine pêşkêşkirin, da ku amadekarî ji bo temamkirina karûbarên pêwîst ên dayîna hemwelatîbûnê bêne kirin, bi awayekî ku bi bendên mersûmê û yasa û rêzikên têkildar re li hev bike.”