Şam-SANA
Serokê rûniştinê yê salmend, endam Usame El-Esaf, derîyê berbijêrîyê ji bo serokatîya Encumena Gel vekir, ku sê endaman navê xwe pêşkêş kir, ew jî ev in: Ebdulhemîd Igêl El-Ewak, Mueyed Hayil El-Qiblawî û Mihemed Ramiz Kurc.
El-Esaf, endamê dan’emir ê Encumena Gel got: “Sûrîya nû ne ji alîyê zordestan ve tê birêvebirin û tu kes tê de nayê dûrxistin, û ew bi hemû zarok, pêkhate û mezhebên xwe yekgirtî dijî da ku welatekî mezin ava bike”.
El-Esaf gotina xwe weha kurt kir: Sûrî bi dehsalan ji tepeserî û koçberîyê, û ji desthilateke ku dewlet veguherand çewlikekê, gel kir dîl, û welat kir qada şer û karesatê, dinalîyan. Îro em dixwazin rûpeleke nû di avakirina welêt de vekin, û dîrokeke nû binivîsin ku wateya rûmetê fêrî nifşan bike.
Karên rûniştina yekem a Encumena Gel îro Yekşemê, bi amadebûna Serok Ehmed El-Şeri’, Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumenê Mihemed Taha El-Ehmed û hejmarek wezîran dest pê kiribû.