Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Bi 4 Kolejan û Peymangehekê.. Damezrandina Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Parastinê
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Bi 4 Kolejan û Peymangehekê.. Damezrandina Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Parastinê

Bi 4 Kolejan û Peymangehekê.. Damezrandina Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Parastinê

Hat weşandin: 2026/07/13 8:25 PM
Hat nûkirin: 2026/07/13 8:45 PM

Şam-SANA

Îro Duşemê di konferanseke çapemenîyê de damezrandina “Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Parastinê” hat ragihandin. Ev zanîngeh dê 4 kolejên sereke û peymangehekê li xwe bigire. Ev yek bi amadebûna endamên Komîteya Amadekirina Pêşnîyara Zanîngehê pêk hat.

Endamê Desteya Şêwirmendîyê li Wezareta Parastinê Lîwa Selîm Îdrîs di konferansê de got: “Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Parastinê ji bo xebatên zanistên leşkerî yên bilind hatiye terxankirin. Ew ligel her sê kolejên şer, Koleja Zanistên Mirovî û Îdarî û Peymangeha Bilind a Zanistên Teknîkî û Teknolojîyê li xwe digire.”

Lîwa Idrîs anî ziman ku kolej dê efserên endezyarên şer û efserên zanîngehî ji bo xebata di nava Hêzên Çekdar de li gorî pêdivîyan perwerde bikin.

Peymangehên teknîkî yên leşkerî jî dê efserên pilebilind di asta peymangehên navîn û teknîkî de perwerde bikin da ku di yekîne û rêveberîyên Artêşa Sûrîyê de bixebitin.

Wî destnîşan kir ku Akademya Leşkerî ya Bilind sazîya herî bilind a perwerdeya leşkerî ye, û xebatên stratejîk li zanîngehê armanc dikin ku fermandarên leşkerî û sivîl ji bo wergirtina postên serkirdayetîyê û yên stratejîk ên bilind amade bikin.

Lîwa Idrîs dîyar kir ku kolejên di nava Akademya Leşkerî ya Bilind de ev in: Koleja Parastina Niştimanî (ji bo amadekirina serkirdeyên bilind di sazîyên dewletê û hêzên çekdar de), Koleja Şer a Bilind (ji bo perwerdekirina fermandaran ji bo birêvebirina operasyonên leşkerî) û Koleja Fermandarî û Erkanê (ji bo amadekirina efseran ji bo postên fermandarîyê).

Her wiha eşkere kir ku xwendekarên zanîngehê dê bi pileya “Mulazim” derbiçin, û pileyên leşkerî dê piştre li gorî salên xizmetê bin. Kolejên zanîngehê dê bawernameya lîsansê bidin û derfeta xwendina bilind (Master û Doktora)yê peyda bikin.

Lîwa Îdrîs tekez kir ku zanistên leşkerî yên pispor li zanîngehê dê li gorî nûtirîn destkeftên artêşan di warê zanist û teknolojîyê de bin, bi armanca perwerdekirina efserên endezyar ên şer û efserên endezyar ên zanîngehan.

Endezyarên balafirvanîyê bi beşên cuda

Ji alîyê xwe ve, Serokê Peymangeha Bilind a Zanistên Teknîkî û Teknolojîyê Dr. Mihemed Wail El-Xalid got: “Koleja Şer a Esmanî dê endezyaran di şaxên cuda yên balafirvanîyê de perwerde bike.”

El-Xalid got ku Koleja Şer a Deryayî dê endezyarên deryayî û Koleja Şer a Bejayî jî dê hemû şaxên bejayî li xwe bigire, wek:

  •  Komputer, ragihandin, endezyarîya pîşesazî, mekanîk, elektrîk, mekatronîk, endezyarîya nexşerê û nîşanê, ligel Koleja Werzişê.
  • Koleja Zanistên Mirovî û Îdarî: Birêvebirina parastinê, birêvebirina karsazîyê, têkilîyên navneteweyî, dîrok, cografya û zimanan.
  • Peymangehên Teknîkî yên Leşkerî: Alîkarê endezyaran perwerde dikin, wekî peymangehên Wezareta Xwendina Bilind.

El-Xalid dîyar kir ku xwendekar li gorî “Mufadeleya” (pêşbirka xalan) ya ku Wezareta Xwendina Bilind amade dike têne wergirtin, û ji bo her kolejekê ezmûneke tenduristî ya taybet heye. 

Di sala yekem de waneyên giştî (Matematîk, Fîzîk, Kîmya û Ziman) têne dayîn û di sala duyem de şax têne dîyarkirin.

Navborî axaftina xwe wiha qedand: “Di sala yekem a wergirtina xwendekaran de, wane giştî ne û giranîyê didin ser zanistên bingehîn wekî matematîk, fîzîk, kîmya û zimanan, û di sala duyem de şax (pisporî) dest pê dike”.

HSD Tevlî Sazîyên Dewletê dibe; Mezlûm Ebdî: Navnîşana Qonaxa Nû Aştî ye
Dîyarkirina navendên wergirtina daxwaznameyên Hemwaltîbûna Sûrî ji bo kesên ku Mersûma 13 wan vedigire
Artêşa Sûrîyê: Êrîşeke bi dronan li nêzî sînorê Iraqê hat pûçkirin
Dezgeha Navendî ya Pêdeçûna Darayî Gendelîyeke bi Sedan Milyon Dolar ya di Dema Rejîma Berê de Eşkere Dike
Ji Destpêka Salê ve 100 Hezar Rêwî di Dergehê Sînorî yê Girê Spî re Derbas Bûne
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Nûçeyên SûrîyêŞamWezareta Parastinê ya SûrîyêZanîngeha Niştimanî ya Zanistên Parastinê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Dêrazor..Dana Amûrên Parzûnkirina Avê ji bo Nexweşên Gurçikan Heta Pênşema Bê Berdewam e

November 6, 2026

33 Lîstikvan li Libnanê Nûnertîya Sûrîyê di Qehremanîya Mister Universê ya Laşciwanîyê de  Dikin

November 6, 2026

Qadîş Pêşxistina Pêwendîyên Sûrî-Ewropî ligel Berpirsên Sazîyên Yekîtîya Ewropayê Gotûbêj Dike

November 6, 2026

Wezareta Derve Asoyên Hevkarîya Hevbeş ji bo Piştgirîya Sûrîyê ligel Civaka Navdewletî Gotûbêj Dike

November 6, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?