Şam-SANA
Li gorî meha Tîrmehê, tevgera balafiran li esmanê Sûrîyê di meha Tebaxa borî de bi rêjeya %8.2 bilindbûnek tomar kir, wekî berdewamîya geşbûna tomarkirî ya mehên borî.
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî Omer El-Huserî, di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê îro Çarşemê dîyar kir ku hejmara balafirên ku di meha Tebaxê de di esmanê Sûrîyê re derbas bûne, gihîştiye 21 hezar û 971 balafirê, li hember 20 hezar û 315 balafiran di meha Tîrmehê de, bi zêdebûneke ku gihîştiye 1656 balafiran.