Şam-SANA
Tîmên Wezareta Rewşên Awarte û Rêvebirina Karesatan bi hevahengîya ligel Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê, ev çar roj in li pey hev, di bersivdana mirovî û hewarçûnê de ji bo Sûrîyên ku ji ber mercên ewlekarîyê yên niha, di rêya dergehên Cidêdet Yabûs û Cûsîyê yên sînorî re ji Libnanê vedigerin, berdewam e.
Wezaretê di daxuyanîyekê de îro eşkere kir ku tîmên ambûlansê yên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê, birîndar û nexweşan vediguhêzin û dermankirina pêşîn ji wan re pêşkêş dikin, bi taybetî piştî tomarkirina gelek rewşên westan û betilînê di nav kesên vedigerin de.

