Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Raguhastina Rêyan, Mu’az Necar, ligel şandeke şîrketa Qeterî ya bi navê “UCC Holding”, mekanîzmayên cîbicîkirina projeya nûjenkirin û başkirina rêya Balafirgeha Navdewletî ya Şamê heta sînorê Libnanê gotûbêj kirin.
Necar di civîna li Şamê de tekezî li ser pêwîstîya pêşkêşkirina plansazîyeke kar û bernameyeke dem-nîşankirî ya hûrbîn kir. Her wiha daxwaz kir ku hûrgilîyên teknîkî yên derbarê pêkhateyên esfeltê û amûrên tên bikaranîn ji Sazîyê re werin pêşkêşkirin, da ku kalîte û ewlehîya trafîkê werin dabînkirin.
Ev hevdîtin wekî berdewamîya danûstandinên berê ye, ku Wezîrê Veguhastinê ligel şîrketa Qeterî û “Dar El-Hendese” a Libnanî ji bo pêşxistina lêkolîna plansazîya vê projeya girîng pêk anîbûn.