Şam – SANA
Wezareta Derve û Koçberan bi tundtirîn şêwe, êrîşa terorîstî û gunehkar a ku qehwexaneyeke li Şama paytext armanc kiribû û bû sedema şehîdbûna neh sivîlan û birîndarbûna gelek kesan, şermezar kir.
Wezaretê di daxuyanîyeke xwe de roja Pêncşemê piştrast kir ku ev kiryara terorîstî û tirsonek dê Sûrîyê ji berdewamkirina hewldanên xwe yên parastina welatîyan, çespandina ewlehî û aramîya welêt, bidawîkirina terorê û hişkkirina kanîyên wê, xebata xurtkirina aştîya civakî, û parastina ewlehî û aramîya welêt bi paş de venagerîne.
Wezaretê her wiha sersaxî ji bo malbatên şehîdan pêşkêş kir, ji Xwedayê mezin lava kir ku wan bi rehma xwe şa bike, sebrê bixe dilê malbatên wan, û ji birîndaran re rehetbûneke lezgîn hêvî kir.