Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​Guterres Piştgirîya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûrîyê Nû Dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Siyaset > ​Guterres Piştgirîya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûrîyê Nû Dike

​Guterres Piştgirîya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûrîyê Nû Dike

Hat weşandin: 2026/07/26 8:35 PM
Hat nûkirin: 2026/07/26 8:35 PM

​Şam-SANA

​Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, piştrast kir ku Neteweyên Yekbûyî di vê qonaxa werçerxanê de li kêleka gelê Sûrîyê radiweste. Wî bang li civaka navdewletî kir ku hewldanên xwe ji bo piştgirîya sîyasî, aborî û mirovî ya Sûrîyê duqat bike, bi awayekî ku beşdarîyê di serkeftina welêt, pêkanîna başbûnê û jinûveavakirina wî de bike.

​Guterres di civîneke çapemenîyê de ku îro Yekşemê li Şamê di dawîya serdana xwe ya bo Sûrîyê de li dar xist, got: “Ev serdan xwedî wateyeke kûr e ku peyama piştgirî û hevparîya ligel vî welatî û gelê wî hildigire”. Her wisa dîyar kir ku qonaxa niha “derfeteke kêmpeyda ye ji bo danîna beşekî nû ji dîroka Sûrîyê, ku nûnertîya hemû Sûrîyan di paşeroja welatê wan de misoger dike.”

​Neteweyên Yekbûyî li Kêleka Sûrîyan Radiweste

​Guterres bal kişand ser wê yekê ku di vê serdana xwe de ligel Serok Ehmed El-Şeri’, Wezîrê Derve Es’ed Hesen El-Şeybanî û hejmarek berpirsan, ligel nûnerên pêkhateyên cuda cuda yên civaka Sûrîyê civîya. Li alîyê din jî, dîyar kir ku Neteweyên Yekbûyî ji bo guhdarîkirina li Sûrîyan û gihandina peyameke zelal ku rawestana li kêleka wan e di vê qonaxê de hatiye, ligel ku bang li civaka navdewletî kiriye ku ji bo piştgirîya wan heta ji wan tê, tu texsîrîyê nekin. 

​Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku salên borî bandorên mirovî yên kûr li pey xwe hiştine, lê wan vîna Sûrîyan neşikandiye. Her wiha da zanîn jî ku li hemberî êşa ku di dema hevdîtinên xwe û serdana xwe ya bo Zindana Sednayayê de dîtiye, di heman demê de rastî hêvîyeke rasteqîn jî bûye ku ew jî karîna avakirina dewleteke li ser bingeha serwerîya qanûnê, rêzgirtina li mafên mirovan û beşdarîya wekhev a hemû hemwelatîyan e.

​Sekreterê Giştî yê NY, tekez kir ku serkeftina Sûrîyê hewceyî piştgirîyeke navdewletî ya berdewam, veberhênanên ji bo nûjenkirina binesazîyê, vegerandina xizmetguzarîyên bingehîn, xurtkirina perwerde û çavdêrîya tenduristîyê, afirandina derfetên kar û dabînkirina vegera ewle, dilxwazane û birûmet a penaber û koçberan e; her wiha tekezî li ser girîngîya jinûvegirêdana Sûrîyê bi aborîya herêmî û navdewletî re kir.

​Neteweyên Yekbûyî Pabendî Piştgirîya Rêça Dadwerîya Veguhêz

​Guterres dupatkirina pabendîya Neteweyên Yekbûyî bi piştgirîya Sûrîyê di rêça dadwerîya veguhêz, lêpirsîn, lihevhatin, dariştina destûreke mayînde û encamdana hilbijartinên azad de nû kir. Wekî din jî, tekez kir ku rêzgirtina li serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê mijareke bingehîn e, û binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê li hember Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an nayên qebûlkirin û divê werin rawestandin.

​Di bersiva pirsên rojnamevanan de, Guterres got:  Hewldanên Encumena Gel di amadekirina çarçoveyên yasadanerîyê de ji bo qonaxa veguhêz cihê kêfxweşîyê ne. Her wisr dîyar kir ku jinûvedariştina yasayan û avakirina sazîyan xebateke mezin e ku rê li ber danîna destûreke nû û temamkirina rêça sîyasî vedike.

​Guterres amaje bi wê yekê jî kir ku rêkeftina ligel HSDê geşedaneke girîng nîşan dide, tevî ku hin mijar hene pêdivîya wan bi çareserkirinê heye. Piştrast jî kir ku nîşaneyên ku wî dîtine hebûna pabendîyeke bi temamkirina cîbicîkirina rêkeftinê raber dikin.

​Her wisa ​Sekreterê Giştî yê NY zelal kir ku dadwerîya veguhêz bi armanca pêkanîna lêpirsînê li ser tawanên ku di salên borî de hatine kirin û çareserkirina dosyaya kesên winda bi pêş ve diçe. Wî tekez kir ku Neteweyên Yekbûyî dê piştgirîya van hewldanan bi hevahengîya ligel desthilatên Sûrîyê berdewam bike.

​Banga Zêdekirina Fînansekirina Navdewletî ji bo Alîkarîyên Mirovî

​Derbarê alîkarîyên mirovî yên ji bo Sûrîyê, Guterres tekez kir ku alîkarîyên niha tenê nêzîkî %20î ji hewcedarîyan digirin. Wî tekezî li ser pêwîstîya zêdekirina fînansekirina navdewletî, balkişandina ser piştgirîkirina başbûna aborî, jinûve entegrekirina penaber û koçberan, û veberhênana di jinûveavakirina Sûrîyê û xurtkirina aramîya wê de kir, wekî berjewendîyekê ji bo herêmê û civaka navdewletî.

​Guterres li dawîyê jî piştrast kir ku Neteweyên Yekbûyî dê çavdêrîya binpêkirinên ku serwerîya Sûrîyê rûbirûyî wan dibe berdewam bike. Her wiha dîyar kir ku dê di dawîya mehê de rapora xwe ya derbarê binpêkirinên Îsraîlê de pêşkêşî Encumena Ewlehîyê bike, bi mebesta agahdarkirina civaka navdewletî li ser bandor û têkdana hewldanên çespandina aramîyê li Sûrîye û herêmê.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê: Gotûbêjên Sêalî yên ligel Sûrîyê û Tirkîyê Platformeke Girîng e ji bo Hevkarîyê
Têkilîyên Sûrîye-Amerîkayê.. Çawa Rêç ji Cezayan ber bi Hevparîyê ve Guherî?
Gotûbêja Avakirina Navendeke Giştî ji bo Çandina Endaman li Sûrîyê
Wezîr El-Şeybanî li Şamê bi Balyozên Yîtîya Ewropî re Dicive Da ku li ser Hevkarî û Pirsgirêkên Herêmî Gotûbêjê Bike
Erdogan: Tirkîye Hevkarîya bi Sûrîyeyê re di Gelek Waran de Xurt Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:​Antonio GuterresJinûveavakirin li SûrîyêNûçeyên SûrîyêŞamSekreterê Giştî yê Neteweyên YekbûyîSûrîye
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Balafirvanîya Sivîl Bawernameya “ISO 9001”ê Bi Dest Dixe

September 16, 2026

Wezareta Navxwe li Foruma Lianyungangê ya Çînê Hevahengîya Ewlehîyê Gotûbêj Dike

September 16, 2026

Karûbarên Hesekê Tomarkirina Zarokên bi Astengîya Bihîstinê li Navenda Perwerdeya Taybet Radigihîne

September 16, 2026

Hêzên Parastina Esmanî yên Erebistana Siûdî Droneke Milîsên Hûsî Tînin Xwar

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?