Şam-SANA
Wezîrê Navxwe yê Sûrîyê Enes Xetab, bi amadebûna cîgir û hejmarek ji alîkarên xwe, serokatîya civîneke xebatê ligel fermandarên ewlekarîya navxweyî ya parêzgehan kir. Di civînê de pêşhatên rewşa ewlehîyê hatin nirxandin, her wiha plan û tedbîrên tên meşandin ji bo xurtkirina ewlehî û aramîyê hatin gotûbêjkirin.
Wezareta Navxwe îro Şemîyê, li ser kenala xwe ya Telegramê, ragihand ku Wezîr Xetab ferman daye ku tedbîrên ewlehîyê li gorî planên pejirandî werin zêdekirin. Her weha asta hevrêzkarî û şopandina meydanî were bilindkirin û bersiva bilez ji bo hemû gilî û rûdanan were dayîn, bi awayekî ku ewlehîya welatîyan xurtir bike.





