Şam-SANA
Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî ragihand ku wezaret vêga rênimayên cîbicîkirinê yên taybet bi sepandina zêdebûna taybet ji bo xebatkarên sazîyên perwerdeya bilind temam dike, piştî derketina rênimayên cîbicîkirinê yên mersûma hejmar 68.
El-Helebî di parvekirinekê de li ser hesabê xwe yê Facebookê îro Înê dîyar kir ku kar ji bo amadekirina xişteyên taybet bi komên sûdmend, rêjeyên zêdebûnê û mekanîzmayên xerckirina wan berdewam e. Her wiha destnîşan kir ku zêdebûn kadroyên ku di zanîngeh, peymangeh, nexweşxaneyên zanîngehê û sazîyên girêdayî wezaretê de dixebitin, li xwe digire.
Navborî amaje pê kir ku wezaret dê hûrgilîyan bi awayekî fermî di du rojên bê de belav bike, ji bo misogerkirina zelalîya pêngavan û lezgînîya bicihanîna wan.