Laziqîyê-SANA
Komela Sûrîyê ya Çalakîyên Çîyayê li gundê ‘Eramo li gundewarê Laziqîyê, bi beşdarîya yanzdeh kesî, yekem xula perwerdeyê ya pispor a hilkişîna zinaran li Sûrîyê bi rêk xist.
Xulê çar rojan berdewam kir, rahênaneke teorîk û pratîk li ser bingehên hilkişîna ewledar, birêvebirina metirsîyan û bikaranîna amêrên teknîkî li xwe girt, bi mebesta avakirin bingeheke pispor ji bo vê werzişê û pêşxistina kadroyên ku karibin wê li gorî bilindtirîn pîvanên ewlehîyê bikin.
Serokê Encumena Rêveberîya Komelê Îbrahîm Si’ûd ji SANAyê re dîyar kir ku ev xule ji bo girîngîya vê werzişê di handana geştyarîya sirûştê de hat rêkxistin, nexasim ku Sûrîye xwedî hêmanên pêwîst e.






