Şam – SANA
Alîkarê Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl Samih Erabî ligel Alîkarê Wezîrê Ewqafê Samir Beyreqdar, îro Duşemê li Şamê, amadekarîyên dawî yên rêwîtîya hecîyan bi rêya her du balafirgehên navneteweyî yên Şam û Helebê gotûbêj kirin.
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Wezareta Ewqafê gereke meydanî ya hevbeş li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê pêk anîn, bi amadebûna rêveberên îdareyên peywendîdar, ji bo piştrastkirina amadebaşîya amûr û xizmetên hatine veqetandin ji bo pêşkêşkirina hêsankarîyan ji bo mêvanên mala Xwedê.
Rêveberê Îdareya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê, Mihemed Nûr E’rec, di 30ê meha Nîsana borî de ragihandibû ku hemû amadekarîyên pêwîst ji bo rêwîtîya hecîyan di vê demsalê de bi rêya balafirgehên Şam, Heleb, Istenbol, Qahîre û Entabê hatine temamkirin.






