Şam-SANA
Wezareta Hundirîn bi hevkarîya Wezareta Tenduristîyê û alîyên hikûmî û sivîl, komxebateke niştimanî ya berfireh li dar xist, wek amadekarîyekê ji bo destpêkirina kampanya hişyarkirina giştî li jêr navê “Sûrîye bê Madeyên Hişbir”.
Armanca vê xebatê hemahengkirina dîtinan û hevrêkirina hewldanên niştimanî ye, da ku stratejîyeke yekgirtî ji bo rê li pêşîya belavbûna vê belayê were girtin bê danîn.
Beşdaran, bi serokatîya Rêveberê Îdareya Têkbirina Madeyên Hişbir General Xalid Îd, mekanîzmayên xurtkirina hevkarîyê di navbera sektoran de gotûbêj kirin, bi mebesta amadekirina planeke niştimanî ya giştgîr ku pê civakê hişyar bike û wê ji vê belaya xerab biparêze.
Hêjayî gotinê ye ku ev komxebat hevdem e bi berdewamîya kampanyên ewlekarîyê yên Wezareta Hundurîn ji bo girtina torên qaçaxçîyan û belavkerên van madeyan, bi hemahengîya ligel Wezareta Tenduristîyê.





