Şam-SANA
Serokê Sazîya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî Omer El-Huserî piştrast kir ku îmzekirina peymana veguhestina esmanî di navbera Sûrîye û Almanyayê de li Koşka Tişrînê ya Şamê îro Pêncşemê, pêngaveke ku çarçoveya yasayî ya rêkxistina peywendîyên esmanî di navbera her du welatan de piştî çend salên rawestandinê ji nû ve ava dike.
El-Huserî bi rêya platforma (X)ê dîyar kir ku bi îmzekirina rêkeftinê çarçoveya yasayî û rêkxistinî ya pêwîst temam bû û derbasî qonaxa pratîkî bûne. Ev qonax temamkirina rêkarên xebitandinê, dîyarkirina veguhêzên esmanî ango kompanyên firokevanîyê, wergirtina daxwazên xebitandinê û hevahengîya bi alîyên peywendîdar re li her du welatan li xwe digire.
El-Huserî di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku hevdem ligel rakirina qedexeyê ku tê çaverêkirin di 27ê vê mehê de pêk were, Sazîya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî ya Sûrîyê vêga daxwazên sê kompanyên firokevanîyê yên Almanî ku dixwazin dest bi geştên xwe bo Sûrîyê bikin lêkolîn dike.
Di heman demê de, alîyên Almanî yên peywendîdar daxwazên dîyarkirina veguhêzên niştimanî yên Sûrîyê vedikolin, da ku rêkarên xebitandinê li gorî xalên peymanê sergihayî bikin.
Li dawîyê, El-Huserî destnîşan kir ku ev pêngav destpêka qonaxa vegerandina peywendîya esmanî ya rasterast di navbera Sûrîye û Almanyayê de ne, ku ev yek dê xizmeta revenda Sûrîyê bike, tevgera geştûguzarê xurt bike û piştgirîyê bide hevkarîya aborî, veberhênan û geştyarîya di navbera her du welatan de.
