Şam-SANA
– Emced Yûsif alîkarê yekem li Şaxê 227an (Şaxê Herêmê) yê girêdayî Şubeya Îstîxbarata Leşkerî. Yek ji cîbicîkerên sereke û rasterast ên komkujîya taxa Tedamunê ya li Şamê ye ku di 16ê Nîsana 2013an de pêk hat û di encamê de bi dehan sivîlên bêguneh bûn qurbanî.
– Wezareta Navxwe ew di operasyoneke ewlehîyê ya hûr û serkeftî de li Deşta Xabê li gundewarê Hemayê girt, piştî çavdêrî û şopandina ku çend rojan berdewam kir.
– Rojnameya “The Guardian”ê yekemîn dezgeha ragihandinê ya navdewletî ya mezin bû ku nasnameya Emced Yûsif bi awayekî belgekirî û eşkere di lêkolîna xwe ya meha Nîsana 2022an de li ser Komkujîya Tedamunê eşkere kir.
– Ew lêkolîn li ser vîdyoyên belavbûyî yên 16ê Nîsana 2013an hate avakirin. Di wan vîdyoyan de Emced Yûsifê gunehkar û endamên rejîma berê bi cilên leşkerî xuya dikin, ku fermanê didin sivîlên çavgirtî û destgirêdayî ku birevin, berî ku guleyan li wan bireşînin û wan bavêjin nava çaleke tijî cenaze.
– Vîdyoyê kuştina 41 mêran belge kir berî ku term werin şewitandin. Ev dîmen bûn belgeyeke zindî li ser operasyonên kuştina komî ku li taxê hatine kirin.
– Yûsif berpirsê taxê bû û li wir gelek binpêkirin û tawanên mezin li dijî sivîlan pêk anîn.
– Şênîyên taxê navên 288 şehîdên wê komkujîyê belge kirine, ku ev komkujî tenê yek e ji rêzekomkujîyên ku gorên komî li Tedamunê ew eşkere dikin.