Şam-SANA
Yekîtîya Giştî ya Cotkaran ligel Sazîya Sûrîyê ya Dexlûdan û Banka Çandinîyê ya Hevkar, mekanîzme û amadekarîyên taybet bi bazarsazîya werza dexlûdan a îsal gengeşe kirin. Di civînê de girîngîya bazarsazîya hevkar, belgeya jêderê, amadekirina navendên kirînê û dabînkirina pereyên cotkaran bêyî derengketin hatin nirxandin.
Birêveberê Giştî yê Sazîya Dexlûdan Hesen El-Osman, di civîna ku duh Duşemê li avahîya Yekîtîya Cotkaran li Şamê hat lidarxistin, bal kişand ser pejirandina sîstema “platforma dora pêşwext” ji bo radestkirina genim da ku qelebalixî kêm bibe. Wî dîyar kir ku navendên kirînê amade ne û li deverên hilberîna mezin li parêzgehan hatine dabeşkirin, her wiha saylo û qadên vekirî ji bo wergirtina berhema genim a vê werzê hatine amadekirin.
El-Osman da zanîn ku navend dê li gorî bernameyeke plankirî ku demên hilberîn û kirînê li gorî her parêzgehekê li ber çavan digire werin vekirin, da ku hemû tibabên hatine hilberandin werin wergirtin.