Şam – SANA
Îro li gelek parêzgehên Sûrîyê piştî nimêja înê, nimêja baranê hat kirin, nimêjkeran duʼa û lava kirin ku baran û rehmet bibare di vê dema ziwabûn û derengmana barîna baranê de ya ku welat tê re derbas dibe.
Îmam û gotarbêjên mizgeftan giringî û watedarîya nimêja baranê dîyar kirin, û gotin ku divê ew nimêj bi dilsozî û tobedarî be.
Li Qada Leşkerê Nenas a Şamê, Wezîrê Ewqafê, Mihemed Ebû El-Xêr Şukrî, tekezî li ser nirxdarîya vê nimêjê kir, ji bo xêr û bereket li ser axa Sûrîyê bibare.
Nimêja baranê wek bersivdanê ji banga Wezareta Ewqafê ya 6ê vê mehê re bû, ji bo dana ser şopa hezretî Pêxember (silavên xwedê lê bin) ku digot: Di demên ziwabûn û hişkesalîyê de berê xwe bidin Xwedayê xwe.





