Şam-SANA
Wezareta Enerjiyê êrîşa ku ji hêla komên deryasayî ve li ser Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li parêzgeha Siweydayê pêk hat, şermezar kir. Her wiha karên tirsandin û gefxwarina li dijî kadroyên karker ên şirketê yên bi vê êrîşê re hatine kirin, şermezar kirin.
Rêveberê Giştî yê Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê Tahir El-Omer di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê îro Şemîyê, tekez kir ku armancgirtina karmendên di sektora xizmetguzarîyên bingehîn û sazîyên dewletê de, rasterast bandorê li jîyana rojane ya welatîyan dike û aramî û berdewamîya xizmetên ku ji xelkê parêzgehê re têne pêşkêşkirin, xasma xizmetên avê, dixe metirsîyê.
El-Omer da zanîn ku kadroyên sazîyên xizmetguzarîyê ji bo xizmetkirina hemû welatîyan bê cudahî û di bin mercên dijwar de dixebitin, loma pêdivî bi parastin û piştgirîyê heye, ne ku rûbirûyî tirsandin û êrîşê bibin. Ev êrîş di demekê de tê ku sektora avê li Sûrîyê hewldanên xwe didomîne da ku berdewamîya xizmetguzarîyên bingehîn ji welatîyan re misoger bike.